Jiyan

Li Gazîentabê hesinkar li dijî kelekela germa havînê têdikoşin

Zekeriye Şimşek  | 14.08.2025 - Rojanekırın : 14.08.2025
Li Gazîentabê hesinkar li dijî kelekela germa havînê têdikoşin

Gaziantep

 Li Îslahiyeya navçeya Gazîentabê ya ku germahiya hewayê ji 40 pileyî derbas bû, hesinkar hem li dijî kelekela germa havînê û hem jî li djiî tîna agir li ber xwe didin.

Dede Cirniogluyê 65 salî yê ku li Taxa Fevzipaşa hesinkariyê dike, ji bo debara malbata xwe di kelekela germa havînê da jî karê xwe didomîne.

Cirniogluyê bavê 4 zarokan qedera 47 salan e pîşeya xwe didomîne û alavên wekî bivir, tevir, kêr û her wiha temîrata alavên ziraî dike.

Cirnioglu di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da wiha got, "Li ber germahiya hewayê û tîna agir di qedera 160 pileyî da em ji bo xatirê debara xwe dixebitin. Ez karê xwe bi zewq dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın