Jiyan

Li Gazîentabê bi xatirê "Roja Pilingan a Navneteweyî" ji bo dirindeyan kokteyla bicemed

Adsız Günebakan  | 29.07.2025 - Rojanekırın : 30.07.2025
Li Gazîentabê bi xatirê "Roja Pilingan a Navneteweyî" ji bo dirindeyan kokteyla bicemed

Gaziantep

 Bi xatirê "Roja Pilingan a Navneteweyî" ji bo pilingên li Parqa Jiyana Siruştî ya Gazîentabê menuya taybet hat amadekirin.

Ji bo zêdekirina baldariya parastina pilingan her sal 29ê Tîrmehê wekî Roja Pilingan a Navneteweyî tê pîrozkirin. Di vê çarçoveyê da ji bo pilingên li Parqa Jiyana Siruştî ya Gazîentabê menuya taybet hat amadekirin.

Pilingên ku bi kokteylên cemedê hênik bûn, ji ber kelekela germa havînê di hewzan da wext derbas kirin.

Celal Ozsoylerê Serokê Daîreya Parastina Jiyana Siruştî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li Parqa Jiyana Siruştî ya Gazîentabê 10 piling dihêwirin.

Ozsoyler bal kişand ku ew bi baldarî li pilingan dinihêrin û wiha dewam kir, "Em îro Roja Pilingan a Navneteweyî ya wan pîroz dikin. Me ji bo wan menuya taybet amade kir. Me kokteylên rengîn ên goşt amade kirin. Kêfa ziyaretvanan jî pir ji vê çalakiyê ra tê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın