Jiyan

Li Gazîentab û parêzgehên derdorê tesîra kelekela germa havînê berdewam e

Müslüm Etgü, Orhan Pehlül, Ömer Faruk Salman  | 30.07.2025 - Rojanekırın : 31.07.2025
Li Gazîentab û parêzgehên derdorê tesîra kelekela germa havînê berdewam e

Gaziantep

 Li Gazîentab, Şanliurfa û Adiyemanê tesîra kelekela germa havînê berdewam e.

Germahiya ku li Gazîentabê di ser asta demsalê da ye, tesîreke neyînî li jiyanê dike.

Li navenda bajêr a ku germahiya hewayê 45 pile ye, welatî ji bo hênik bibin, li parq û cihên hêşînahiyê xwe dan ber siya daran.

Her wiha kuçe û kolanên qelebalix ên bajêr jî xalî ne.

- Şanliurfa

Li Şanliurfayê jî bi heman rengî germahî di ser asta demsalê da ye û termometreyan 54 pile nîşan da.

Welatiyên xwestin xwe ji tîrêjên tavê biparêzin, berê xwe dan cihên hêşînahî yên Binkeya Gola Masiyan, parqan û her wiha bin siya daran.

Li kuçe û kolanên sereke yên bajêr trafîqa însan û wesayîtan kêm e û hin welatiyan jî hewl dan bi şewqe û şemsiyeyê xwe ji tavê biparêzin.

- Adiyeman

Li Adiyemana ku germahî di ser 40 pileyî da hat pîvan, welatiyan berê xwe dan parqan ku hênik bibin.

Zarok jî ji bo hênik bibin ketin hewzan.

Ji xeynî vê, hosteyên înşaetê digel kelekela germa havînê, kar û şixulê xwe didomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın