Li Gazîentab, Meletî, Şanliurfa, Kahramanmaraş û Adiyemanê "qesabên ecemî", serî li nexweşxaneyan dan

Gaziantep
Li Gazîentab, Meletî, Şanliurfa, Kahramanmaraş û Adiyemanê di roja ewil a Eyda Qurbanê da "qesabên ecemî" yên dema hewl didan ku qurbanê xwe serjê bikin birîndar bûn, serî li nexweşxaneyan dan.
Li Gazîentabê 221kesên ku hewl dan piştî nimêja eydê qurbanê serjê bikin birîndar bûn, serî li nexweşxaneyan dan.
-Meletî
Li Meletîyê 22 kesên ku hewl dan qurbanê xwe serjê bikin birîndar bûn, serî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Meletiyê dan, piştî dermankirinê hatin tabûrcîkirin.
Ali Işikê ji birîndaran got, "Wextê min qurban serjê dikir satir ket ser lingê min. Birîna min pir kûr nîne lê mecbûrî hatim. Derbasî bo hemûyan."
-Şanliurfa
Li Şanliurfayê 176 kesên ku hewl dan qurbanê xwe serjê bikin an bi refesa heywan an jî bi derbeya kêr û satiran birîndar bûn. Birîndar piştî dermankirina li nexweşxaneyan hatin tabûrcîkirin.
-Adiyeman
Li Adiyemanê 35 kesên ku hewl dan qurbanê xwe serjê bikin û birîndar bûn piştî dermankirina li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Adiyemanê hatin tabûrcîkirin.
-Kahramanmaraş
Li Kahramanmaraşê 307 kesên ku hewl dan qurbanê xwe serjê bikin û birîndar bûn.
Birîndar piştî dermankirina li nexweşxaneyê hatin tabûrcîkirin.