Li Gazîentabê zevzeyên ji bo hişkkirinê li ber tavê tên raxistin dîmenên xweş û rengîn derxistin holê

Gaziantep
Li Gazîentabê zevzeyên ku ji bo hişkkirinê li ber tavê hatine raxistin, dîmenên xweş û rengîn derxistin holê.
Li bajarê gastronomiyê karê hişkkirina zevzeyên tescilkirî didome.
Jin hundirê îsot, balîcanên reş, ecûr û xirtikên ji zeviyan tên komkirin, derdixin û paqij dikin û ji bo hişk bikin li ber tavê radixin.
Di heyama hişkirina zevzeyan da li herêmên cuda yên bajêr dîmenên xweş û rengîn derdikevin holê.
Fevzettîn Ozogluyê karê zevzeyan dike, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 17 sal e vî karî dike.
Ozoglu destnîşan kir jin hundirê îsot, balîcanên reş, ecûr û xirtikên ji zeviyan tên komkirin, derdixin û paqij dikin û ji bo hişk bikin li ber tavê radixin.
Ji karkeran Orhan Savaş jî diyar kir ku hewaya germ ji bo karê me çetin e, lê germahî bi kêrî zevzeyan tê û zû hişk dibin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.