Jiyan

Li Gazîentabê şikefta ku tê da kindir tê çêkirin ji wênegiran xalî nabe

Adsız Günebakan  | 31.07.2025 - Rojanekırın : 01.08.2025
Li Gazîentabê şikefta ku tê da kindir tê çêkirin ji wênegiran xalî nabe

Gaziantep

 Li Gazîentabê şikefta ku tê da bi rêbazên edetî kindir tê çêkirin ji wênegiran xalî nabe.

Hosteyên dawîn ên pîşeyê ku li ber jibîrbûnê ye, digel teknolojiya pêşketî di şikefta têhnkêşkî û nîvtarî da li ser dezgehan hilberîna kindir didomînin.

Şikefta ku tê da roniya xwezayî û herêmî heye, bi hebûna hosteyên kalemêr û kindirê spî va dîmenên sipehî û bitesîr derdixîne holê.

Şikefta dîrokî ya ku tê da zêdeyî qirnekî ye kindir tê hilberîn lêbelê vê gavê bi tenê çend hoste dixebitin, ji xeynî Tirkiyeyê wênegirên ji dervayî welêt jî diezimîne.

Yakup Yenerê Serokê Komeleya Hunera Wêneyê ya Gazîentabê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew bi komeke wênegiran a qelebalix va ku di navê da wênegirên biyanî jî hene, hatin şikeftê.

Enver Bozyigitê ji Hollandayê hatiye jî diyar kir ku ew bi pêşniyaza hevalên xwe yên wênegir hatin herêmê û wan wêneyên pir sipehî kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın