Jiyan

Li Gazîentabê eleqeya zêde ya ji bo "Kuçeya Remezanê"

Adsız Günebakan  | 23.02.2026 - Rojanekırın : 24.02.2026
Li Gazîentabê eleqeya zêde ya ji bo "Kuçeya Remezanê" Adsız Günebakan

Gaziantep

 Li Gazîentabê welatî eleqeyeke germ nîşanî "Kuçeya Remezanê" didin ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin hat vekirin.

Di Kuçeya Remezanê da ya ku li Parqa Festîvalan hat vekirin, çalakiyên wekî hevpeyvînên ciwanî û malbatê, çalakiyên zarokan, konserên muzîka tesewifê, pêşandanên şanoyê, pêşandana Hecîwat û Qeregoz û lîstikên hiş û jîriyê hene.

Fatma Şahina Şaredara Bajarê Mezin a Gazîentabê, Kuçeya Remezanê ziyaret kir, bi welatiyan ra sohbet kir û ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew di dorhêleke xweş da bi welatiyan ra hat cem hev û wiha dewam kir, "Malbat tevî zarokên xwe tên vir, hest bi xweşî û bereketa remezanê dikin. Gava ew kêfxweş dibin, ez jî pir kêfxweş dibim. Em şaristaniya xwe ya ku ji bo me emanet e, vediguhezînin siberojê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın