Jiyan

Li Gazîentabê dîwarê avahiyeke duqatî hilweşiya, 4 kes birîndar bûn

Kerem Kocalar  | 12.07.2023 - Rojanekırın : 13.07.2023
Li Gazîentabê dîwarê avahiyeke duqatî hilweşiya, 4 kes birîndar bûn

Gaziantep

 Li Şahînbeya navçeya Gazîentabê dîwarê avahiyeke duqatî hilweşiya, 4 kesên di binî da man birîndar bûn.

Li Taxa Yedîtepeyê dîwarê avahiyeke duqatî hilweşiya, polês, ekîbên tenduristiyê, agirkuj û Xelaskirina Medîkal ya Neteweyî (UMKE) hatin cihê bûyerê.

Piştî bûyerê 4 kesên di kargeha ku binê avahiyê da dixebitîn di binê kavilan da man û birîndar bûn.

Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın