Li Fethiyeyê minibês û kamyonet li hev qelibîn, 13 kes birîndar bûn
Muğla
Li Fethiyeya navçeya Muglayê minibês û kamyonet li hev qelibîn, di encamê da 13 kes birîndar bûn.
Minibêsa bi plakaya 48 HO 3116 a ku Engîn B. diajot li Xaçerêya Adnan Menderes bi kamyoneta bi plakaya 16 APT 77 a ku Furkan H. dijaot ra qelibî.
Li ser îxbarê gelek ambulans û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da xwendekar jî di nav da 13 kes birîndar bûn.
Hat hînbûn ku rewşa birîndarên ku bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li navçeyê baş e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
