Li Erziromê Tabyayên Ezîziyeyê yên "yadîgarê ecdad" bi berfê venixumîn
Erzurum
Li Erziroma ku zivistana wê dijwar e, bi barîna berfê ra, li Tabyayên Ezîziyeyê dîmenên sipehî derketin holê ku ji hêla padişahên Osmanî ji bo parastina bajêr û şêniyên bajêr hatine çêkirin.
Tabyayên Ezîziyeyê yên li Topdaxiyê bi barîna berfê ra spîçîl bûn ku di Şerê Osmanî-Rûs ê di 1877-1878an yê bi navê "Herba 93yan" da şer û pevçûnên dijwar lê qewimîne û dema hindik maye bikeve destê dijmin, bi alîkariya gelê bi biviran revîne qada şer, hatine xilaskirin û dijmin hatiye têkbirin.
Tabyayên ku 4 kîlometre dûrî navenda bajêr in û qebra Nene Xatûna lehenga Tirkan jî lê ye, bi berfê venixumîn.
Avahiya dîrokî ya bi berfê nixamtî, bi dronê hat kişandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
