Li Erziromê pireya dîrokî ya 728 salî ku bi berfê xemiliye dîmenekî xweş derxist holê
Erzurum
Pireya dîrokî ya Çobandedeyê ku di heyama Îlxaniyan da li navçeya Koprîkoya Erziromê hatiye çêkirin, bi derdora xwe ya bi berf xemiliye û ava ku di bin wê da diherike û qismî cemed girtiye, dîmenekî xweş derxist holê.
Pireya Çobandedeyê di sala 1298an da bi destê Wezîrê Salduzlu Emir Çoban Noyan di dema hikûmdarê Îlxaniyan Gazan Xan da li ser Çemê Erezê hatiye avakirin. Çemê Erez jî ji çemên Bîngol û Hesenqeleyê yên gihiştine hev derketiye holê. Pireya dîrokî ya Çobandedeyê li ser rêya sereke ya Erzirom-Qersê ye. Pire tevî ku 728 sal derbas bûye pire hê jî li ser piyan e.
Pireya dîrokî ya 728 salî bi berfê xemiliye dîmenekî xweş derxist holê.
