Jiyan

Li Erziromê li Yedîgollera raqima wê 3 hezar û 200î e berf û havîn bi hev ra ye

İlhami Erkılıç  | 25.06.2025 - Rojanekırın : 26.06.2025
Li Erziromê li Yedîgollera raqima wê 3 hezar û 200î e berf û havîn bi hev ra ye

Erzurum

 Yedîgollera li Îspîra navçeya Erziromê ya ku raqima wê 3 hezar û 200 e û hawirdora wê bi berfê nixûmandiye bi xweşikahiyên xwe yên tebiî ziyaretvanan dikîne xwe.

Li Yedîgollera ku li başûrê rojavayê Çiyayê Kaçkarê û li ser Girên Verçenîkê cî digire mezin û biçûk bi tevahî 10 golên qeşayî hene.

Golên bi navê Kuzu, Koyun, Gobeklî, Sînekli, Yildizli, Karanlik û Aygirê yên ku di hinekan da masiyên deqsor dijîn û hawirdora golan her demsal xweşik e.

Li herêma ku zivistana wê dirêj e bi germbûna hewayê ra hinek berf heliya û tebîet şên bû.

Li herêma ku dîmenên berf û havînê bi hev ra tê dîtin hunermendên wêneyan û hezkiriyên tebîetê yên ku diçin herêmê di nav xweşikahiyên bêhempa da kampê vedidin û dimeşin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın