Jiyan

Li Erziromê, ekîbên off-roadê ji bo gihandina diyariyan ji xwendekaran ra, ji çiyayên bi berf derbas bûn

Talha Koca  | 19.02.2026 - Rojanekırın : 19.02.2026
Li Erziromê, ekîbên off-roadê ji bo gihandina diyariyan ji xwendekaran ra, ji çiyayên bi berf derbas bûn Hilmi Tunahan Karakaya

Erzurum

 Li Erziromê, ekîbên off-roadê ji çiyayên bi berf derbas bûn û diyarî ji bo xwendekaran birin.

Di çarçoveya projeya berpirsiyariya civakî ya "Bila Destên Biçûk Necemidin" da ku bi hevkariya Walîtî, Klûba Werzişên Siruştî ya Macera Off-Roadê û Zanîngeha Ataturkê tê meşandin, ji bo xwendekarên li deverên gundan xebat hat kirin.

Serdozgerê Komarê Adem Aydemîr û ekîbên off-roadê ji rêyên çiyayî yên bi berfê venixumî derbas bûn û gihîştin taxa Yenîkoyê ya navçeya Pasinlerê.

Aydemîr û endamên klûbê kum, qocix û pêlav diyarî xwendekaran kirin.

Serdozgerê Komarî Aydemîr spasiya kesên ku beşdarî bernameyê bûne kir.

Aydemîr destnîşan kir ku wan rojeke hestiyar derbas kiriye û got:

"Me bi dadwer, dozger, bijîşk, esker, polês, endazyar, qaymeqam û Walî yên siberojê ra sohbet kir. Rojeke xweş bû û bişirînên li ser rûyên wan em kêfxweş kirin. Em ji xerabî û kaosa cîhanê reviyan û em hatin pêşberî bêgunehiya zarokan. Ez pir kêfxweş bûm. Me zarok vexwendin dadgeha xwe; em ê mazûvaniya wan bikin da ku hişyardariyê zêde bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın