Jiyan

Li Erziromê dîmenê roviyê ku li ser berfê li xwarinê digeriya hat kişandin

Muhammed Onur Yavrutürk  | 17.02.2026 - Rojanekırın : 19.02.2026
Li Erziromê dîmenê roviyê ku li ser berfê li xwarinê digeriya hat kişandin Muhammed Onur Yavrutürk

Erzurum

 Li Qereyaziya navçeya Erziromê dîmenê roviyê ku li ser berfê li xwarinê digeriya hat kişandin.

Li navçeya ku heywanên kovî yên wekî gur, rovî û kîvroşkan hene, di rojên dawî da bi berfê nixumî.

Ji ber ku çil û çiya di binê berfê da mane, heywan di dîtina xwarinê da tengasiyê dikişînin. Ji ber vê yekê heywan car caran tên niştewaran.

Roviyekî ku hat Taxa Turnagolê ya li ser navçeyê, li ser eraziyê ku di binê berfê da maye, li xwarinê geriya.

Rovî demekê li herêmê geriya, paşê ber bi çiyê va çû û winda bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın