Li Erziromê di xaniyê du qat da teqîn çêbû û kesek birîndar bû
Erzurum
Li Erziromê di xaniyekî du qatî da teqîn çêbû û kesek birîndar bû.
Li Taxa Rabîanayê ya li ser navçeya Yakutiyeyê li ser êxbara ku di xaniyekî du qatî, musteqil û sobe tê da hatiye danîn da teqîn çêbû; polês, îtfaiye, Ekîba Xelaskirinê ya Medîkala Neteweyî (UMKE) û wezîfedarên erizeya xaza siruştî sewqî herêmê kirin.
Di kêliya teqînê da Fevzî Alganê ku di malê da bû, birîndar bû. Bedena Fevzî Algan şewitî û ekîbên tenduristiyê ew rakir Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê.
Ekîbên îtfaiyeyê midaxeleyî şewata xanî û agirê ku piştî teqînê li pêşiya malê bi xaza siruştî ketibû, kir.
Qaymeqamê Yakutiyeyê Tuncay Kaldirim hat cihê bûyerê û ekîba agahî dayê. Şewat bi xebata ekîban bi temamî hat temirandin.
Ji şêniyên taxê Omer Tanas ji rojnamegeran ra got ku ew li avahiya kêleka xaniyê ku teqîn tê da çêbû, dijî.
Tanas diyar kir ku wî dengê teqînê bihîst û wiha dewam kir, "Ji min wetrê erd hejiya û ez hema revîm. Dema min ji paceyê ra nihêrî, dû bi ser her derê ketibû. Dema em derketin derva, gotin ku boriya xaza siruştî teqiyaye. Hin kesan jî got ku bêhn tê. Di xanî da kalek hebû, birîndarî birin nexweşxaneyê. Baxçeyê pişt xaniyê me tev xesar hilda."
Di xaniyê ku teqîn tê da çêbû da jî xesareke mezin çêbû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
