Li Erziromê di nîvê Cotmehê da ketina berfê hêviya turîzmkaran zêde kir

Erzurum
Berfa ku di nîvê cotmehê da li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokena Erziromê ket, seba zûtirê vekirina sezonê turîzmkar hêvîdar kirin.
Palandoken 20 kîlomêtre dûrî balafirgehê ye û 4 kîlomêtre jî dûrî navenda bajêr e. Li navenda Palandokenê gelek werzişên zivistanê tên kirin. Bi binesaziya xwe ya teknîkî, pîstên xwe yên dirêj ku li gorî standardên navneteweyî ne û bi otelên xwe yên luks va navendeke navdar e.
Li navendê 55 pîst hene ku dirêjahiya wan di navbera kîlomêtreyek û 14 kîlomêtreyan da ne. Li navend her sal mazûvaniya bi hezaran turîstan dike, hema bêje hemû amadehî hatin kirin.
Li navenda bajêr di nîvê cotmehê da li navenda bajêr berf ket û Palandoken bi temamî spîçîl bû. Ketina berfê turîzmkar kelecanî kirin.
Li tepa navendê qalindahiya berfê derket 20 santêmî. Bi ketina berfê ra îhtimala zûtirê vekirina sezonê, turîzmkar hêvîdar kirin. Li gor plankirinê, vekirina sezonê di meha berfanbarê da ye, lê ji ber ku berf zûtirê ket, îhtimala vekirina sezonê zêde bû.
Serokê Bakurê Rojhilata Anadoluyê yê Yekîtiya Acenteyên Seyahetê ya Tirkiyeyê (TURSAB) Nuh Şenol ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir, her çend berfa navenda bajêr zûtirê vehele jî, li tepa çil û çiyan ketina berfê seba turîzmê girîng e.
Şenol got, "Piştî ketina berfê me bi rêvebirên otelan ra xeberda û gotin ku gelek kesan têlefon vekir."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.