Li Erziromê beriya çilê çil were gor hatin vedan

Erzurum
Li Erziroma ku di mehên zivistanê de axa wê diqerise û ji ber vê kolandina goran dijwar dibe, bi alîkariya mekîneyên kar 600 gor hatin kolandin.
Li bajêrê ku berfbarîn lê zêde ye û germa hewayê bi qasî 20 pileyan dadikeve binê sifirê, ji ber vê yekê karê kolandina goran dijwar dibe.
Di vê çarçoveyê de di mehên payizê de ji bo zivistanê gor tên kolandin.
Rêveberiya Şaxa Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin li Goristana Esrî û ya Abdurrahman Gaziyê bi alîkariya mekîneyên kar 600 gor hatin kolandin.
Di karê kolandinê de ku ekîbên şaredariyê jî tê de xebitîn, dîmenên goristanên bi berfê nixumandî û gorên ku nû hatine kolandin, bi droneyê hatin kişandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.