Jiyan

Li Erzirom û Îdirê mij û xumam

Li Erzirom û Îdirê mij û xumamê tesîr li veguhestina bejayî û asîmanî kir.

Önder Beyter  | 09.12.2019 - Rojanekırın : 10.12.2019
Li Erzirom û Îdirê mij û xumam

Erzurum

 Li Erzirom û Îdirê mij û xumamê tesîr li veguhestina bejayî û asîmanî kir.

Piştî ku berfê Erzirom spîçîl kir, mij û xumama ku nîvê şevê dest pê kir, serê sibehê bêtir tesîra xwe nîşan da.

Ji ber mij û xumama ku li deverên bilind bêtir xwe nîşan da, hin seferên ku dihat plankirin ji Balafirgeha Erziromê bên kirin, hatin betalkirin.

Herwiha ji ber mijê mesafeya dîtinê cih cihan berjêrî 50 metreyan bû û lewma jî ajokaran di rêyan da gelekî zehmetî kişand.

Dîsa li Îdirê jî destê sibehê mij û xumamê tesîra xwe nîşan da.

Ji ber mijê ajokarên di rêyên ku ji Îdirê diçe Qers, Agirî û Nexciwanê da zehmetî kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın