Jiyan

Li Erzirom û Qersê germahî daket 6 pileyên binê sifirê

Selami Küçükoğlu, Hüseyin Demirci  | 26.10.2021 - Rojanekırın : 27.10.2021
Li Erzirom û Qersê germahî daket 6 pileyên binê sifirê

Erzurum

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya hewayê ya herî sar bi 6 pileyên binê sifirê va li Erzirom û Qersê hat pîvandin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî be.

Germahiya hewayê ew ê ji ya demsalê kêmtir be û car caran bayê rabe.

Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê Tunceliyê 19, li Erzincanê 15, li Îdirê 13, li Agiriyê 12, li Erziromê 10, li Qers û Erdexanê jî 8 pile be.

Bi şev germahiya hewayê li li Qers û Erziromê di binê sifirê da 6, li Agiriyê di binê sifirê da 5, li Erdexanê di binê sifirê da 3, li Erzincanê di binê sifirê da 1 di binê sifirê d, li Tunceliyê 0 û li Îdirê jî 5 pile hat pîvandin.

- Herêmên bilind ên Sariqamîşê çîl û sipî bûn

Li Sariqamîşa navçeya Qersê jî ji ber berfa ku barî herêmên bilind çîl û sipî bûn.

Li çiyayên Allahuekber û Soxanliyê berf barî, çiya bi xemla sipî xemilîn û li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê jî berfa ewil a sezonê barî.

Li navçeyê qiravî di ser nebat û wesayîtan da ket û hewa sar bû.

Fevzî Cîhangîrê welatî diyar kir ku hewa êdî sar bû û wiha axivî: "Ji duh pê va li çil û çiyan berf barî. Bi şev jî germahiya hewayê daket 6 pileyên binê sifirê. Hewa gelekî sar bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın