Li Erzirom, Wan, Agirî û Mûşê ji ber berfê dibistan rojekê hatin tetîlkirin
Muş
Li Erzirom, Wan, Agirî û Mûşê ji ber rewşa hewayê dibistan rojekê hatin tetîlkirin.
Walîtiya Agiriyê daxuyand, ji ber ku barîna berfê tê payîn, li tevahiya bajêr dibistanên gundan û dibistanên ku xwendekarên wan bi seyareyan diçinê, hatin tetîlkirin.
- Erzirom
Walîtiya Erziromê ragihand, ji ber rîska berf, cemed û qermê hemû dibistanên fermî û taybet ên li navçeyên Yakutiye, Palandoken û Azîziyeyê dibistan rojekê hatin tetîlkirin.
- Wan
Li navçeyên Çaldêran, Muradiye û Serayê yên Wanê ji ber ketina berfê dibistan hatin tetîlkirin, qaymeqamtiyan daxuyand ku ji bo personelên astengdar û ducanî û dayikên ku zarokên wan hê nebûne 7 salî îzna îdarî wê were dayîn.
- Mûş
Li navçeyên Varto, Kop (Bulanik) û Milazgira Mûşê jî ji ber rîska berf û cemedê dibistanên gundan û dibistanên ku xwendekarên wan bi seyareyan diçinê, rojekê hatin tetîlkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
