Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Talha Koca,Günay Nuh
20 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2025
Li Erzirom, Qers û Erdexanê ji ber serma û seqemê şadirvan, qadên avî qeşa girtin, li ser banan şembelîlk çêbûn.
Li Erziroma ku bi şevê germa hewayê lê weke di binê sifirê da 8 pile hat pîvan, seqem bandoreke neyênî li ser jiyanê dike.
Ji ber sermayê camên hin otomobîlên parkkirî qeşa girtin, hin welatiyan jî ji bo parastina ji sermayê wesayîtên xwe bi betaniyan nixumandin.
Hinek şadirvanên li bajêr qeşa girtin, qiravî ket ser dar û giyayan.
- Qers
Li Qersa ku bi şevê germa hewayê heta di binê sifirê da 13 pileyan ket, qadên avî qeşa girtin.
Li navçeya Sariqamîşê ji ber sermayê qiravî ket ser dar û giyayan, li ser banan şembelîlk çêbûn.
Ji ber sermayê camên hin otomobîl, kargeh û xaniyan qeşa girtin, hin welatiyan jî ji bo parastina ji sermayê, wesayîtên xwe bi betaniyan nixumandin.
Ji ber seqemê, çem û kaniyên li herêma Acisuyê bi qeşayê venixumîn.
- "Niha mîna sermayên berê yên zemheriyê ne"
Welatiyê bi navê Îsmet Çamli got, "Hewa pir sar e, bila Xwedê alîkariya me bike. Pencereyên me qeşa digirin, niha mîna sermayên berê yên zemheriyê ne."
Li Erdexanê, germahiya hewayê ya şevê di binê sifirê da weke 13 pile hat pîvandin.
Ji ber hewaya sar, li bajêr qeşa çêbû û gir spî bûn.