Jiyan

Li Erzirom, Qers û Erdexanê hewaya sar dewam dike

Hilmi Tunahan Karakaya, Cüneyt Çelik, İdris Karaoğul, Hüseyin Demirci, Günay Nuh  | 11.03.2026 - Rojanekırın : 11.03.2026
Li Erzirom, Qers û Erdexanê hewaya sar dewam dike Günay Nuh

Erzurum

Li Erzirom, Qers û Erdexanê hewaya sar bandoreke neyînî li jiyanê dike.

Li Erziroma ku termomêtroyan germahiya hewayê di binê sifirê da 8 pile nîşan da, li ser banê kargeh û xaniyan şembelûk çêbûn.

Li bajarê ku hin kanî cemidîn, rê û peyarêyan jî qeşa girt.

- Qers

Li Qersê jî sir û serma bandoreke neyînî li jiyanê dike.

Li bajarê ku germahiya hewayê di binê sifirê da heta 17 pileyan kêm bû, ji ber sermayê paceyên wesayîtan qeşa girt û li ser banî xaniyan jî şembelûk çêbûn.

Li navçeya Sariqamîşê ji ber sir sû sermayê li ser banê xaniyan şembelûkên dirêj çêbûn.

Li navçeya ku paceyên xanî û wesayîtan qeşa girtin, welatiyan wesayîtên xwe bi brandayan pêçan da ku ji sermayê biparêzin.

Ekîbên Şaredariya Sariqamîşê berfa li ser kuçe û kolanan paqij kir.

Li navçeya Akyakayê jî hewaya sar bandora xwe didomîne.

- Erdexan

Li Erdexanê jî hewaya sar bandora xwe didomîne.

Li bajarê ku germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 18 pile hat pîvan qeşa û qiravî çêbû.

Ji ber sermayê rûyê çeman cemidî, dar û beran jî qiravî girt.

Li herêma Çemê Kurayê cî bi cî mij çêbû.

Li navçeya Goleyê jî germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 25 pile hat pîvan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın