Li Erzirom, Qers, Erdexan, Tuncelî, Agirî û Îdirê sir û serma zêde ye
Erzurum
Li Erzirom, Qers, Erdexan, Tuncelî, Agirî û Îdirê piştî berfê sir û serma zêde bû.
Li Erziromê berfa ku di roj berê barî bû sedema sir û sermayê.
Germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 18 pile hat pîvan, rê, peyarê, park û baxçe bi qeşayê nixûmîn.
Welatiyan wesayîtên xwe bi betaniyan pêçan da ku ji sermayê biparêzin, hinekan jî qeşaya li ser paceyên wesayîtên xwe verotin ku paqij bikin.
Li ser banên kargeh û avahiyan şembelûk çêbûn.
Li Taxa Haciomerê ya navçeya Tekmanê jî germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 27,6 pile hat pîvan.
- Qers
Li Qersê berfa ku bi rojan e dibare bandoreke neyînî li jiyanê dike.
Welatiyan berfa li ber mal û kargehên xwe paqij kirin.
Ji ber berfê şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.
Ekîbên şaredariyê berf paqij kir.
Li navçeya Sariqamîşê jî piştî ku berf barî hewa sar bû.
Germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 11 pile hat pîvan, li ser banên avahiyan şembelûk çêbûn.
Welatiyan wesayîtên xwe bi betaniyan pêçan ku ji sermayê biparêzin
Dîmenên navçeya Akyakayê ya li ser sînorê Tirkiye-Ermenistanê ya ku bi berfê nixûmiye jî bi dronê hat kişandin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî sir û serma heye.
Ji ber sermayê li bajêr qeşa çêbû.
Berf û bagera li deverên bilind di hatin û çûyînê da dibe sedema tengasiyê.
- Tuncelî
Li Tunceliyê jî germahiya hewayê di binê sifirê da 12 pile hat pîvan, li ser rêyan qeşa çêbû.
Lûtkeyên hin çiyayan bi mijê nixûmîn.
Ekîbên şaredariyê li ser kuçe û kolanên sereke xoyê reşandin.
- Agirî
Li Agiriyê jî hewaya sar dewam dike.
Li bajarê ku germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 21 pile hat pîvan welatiyan betanî û laylon avêtin ser wesayîtên xwe.
Li Taxa Fatîhê derûdora depoya avê ya li goristanê şembelûkên ku bi mêtroyan dirêj in çêbûn.
Dîmenên şembelûkan bi dronê hatin kişandin.
- Îdir
Li Îdirê ji ber sermayê li navenda bajêr li gelek cihan kanî cemidîn.
Dîmenên bajarê ku germahiya hewayê di binê sifirê da 10 pile hat pîvan bi dronê hatin kişandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
