Günay Nuh,Anıl Aydın,Abdullah Söylemez,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Muhammet Ali Ateş,Sidar Can Eren,Talha Koca
01 Sibat 2024•Rojanekirin: 01 Sibat 2024
Li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Tunceliyê hewaya sar tesîreke nebaş li ser jiyanê dike.
Li Erdexanê germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 30 pile, li Qersê 21 pile, li Agirî û Erziromê 18 pile û li Tunceliyê jî 6 pile hat pîvan.
Li Erziromê li ser banê xaniyan û kargehan qasî 2 mêtroyan şembelûk çêbûn.
Li Erdexana ku germahiya hewayê bi şev di binê sifirê da 30 pile hat pîvan sir û seqemeke zêde çêbû.
Li Agiriya ku termomêtroyan germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 18 pile nîşan da jî qeşa û cemed heye.
Li Qersê germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 21 pile hat pîvan.
Ji ber sermayê dar û beran qiravî girt.
Li Tunceliya ku germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 6 pile hat pîvan li ser dar û beran qiravî çêbû, mij û dûmanê xwe avêt serê çiyan.