Jiyan

Li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê sir û serma dewam dike

Talha Koca, Abdullah Söylemez, Günay Nuh, Cüneyt Çelik  | 27.01.2026 - Rojanekırın : 28.01.2026
Li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê sir û serma dewam dike İdris Karaoğul

Erzurum

 Li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê bandora sir û sermayê dewam dike.

Li Erziroma ku termomêtroyan germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 11,8 pile nîşan da, paceyên wesayîtan û camên rawestgehên otobêsan qeşa girt.

Li banê xaniyan şembelûkên dirêj çêbûn, kaniyên hin mizgeftan jî cemidîn.

Ekîbên şaredariyê xebatên paqijkirina berf û qeşayê didomînin.

- Qers, Agirî û Erdexan

Li Qersê germahiya hewayê di binê sifirê da 16 pile hat pîvan, dar û beran qiravî girt.

Li Taxa Dereîçîyê darên ku qiravî girtin dîmenên xweş derxistin holê.

Li navçeya Sariqamîşê jî ji ber sir û sermayê li ser banê xaniyan şembelûk çêbûn, paceyan qeşa girt, dar bi qiraviyê nixûmîn.

Çemê Acisuyê bi tevahî qeşa girt.

Welatiyan betanî û branda avêtin ser wesayîtên xwe da ku ji sermayê biparêzin.

Esnafan berf û qeşaya li ber kargehên xwe paqij kir.

Li Agiriyê ji ber sermayê li ser banê xaniyan şembelûk çêbûn, çem cemidîn.

Li Erdexanê jî ji ber sermayê qeşa çêbû, li deverên bilind berf barî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın