Jiyan

Li Erzirom, Erdexan, Qers û Agiriyê sir û serma zêde ye

Talha Koca, Günay Nuh, Cüneyt Çelik, Abdullah Söylemez, Hüseyin Demirci, İdris Karaoğul  | 03.03.2026 - Rojanekırın : 03.03.2026
Li Erzirom, Erdexan, Qers û Agiriyê sir û serma zêde ye

Erzurum

Li Erzirom, Erdexan, Qers û Agiriyê sir û sermaya zêde dewam dike.

Li Erziromê termomêtroyan germahiya hewayê di binê sifirê da 15 pile nîşan da û serma bandoreke neyînî li jiyanê dike.

Li bajêr paceyên wesayîtan qerisîn û hin welatiyan betanî avêtin ser wesayîtên xwe da ku ji sermayê biparêzin.

Li banê xaniyan şembelûk çêbûn, kaniyên hin mizgeftan jî ji ber sermayê qeşa girt.

- Erdexan

Li Erdexanê hewaya sar dewam dike.

Li bajêr germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da daket 9 pileyan.

Li banê xaniyan şembelûk çêbûn û rûyê çeman qeşa girt.

- Qers

Li Qersê sir û serma dewam dike.

Li bajarê ku germahiya hewayê di binê sifirê da daket heta 13 pileyan, welatiyan betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe da ku ji sermayê biparêzin.

Dîmenê bajarê ku piştî berfê çîlspî bû, bi dronê hat kişandin.

Li navçeya Sariqamîşê jî hewa sar e, li banê xaniyan şembelûk çêbûn û paceyên wesayîtan qeşa girt.

Li navçeya Akyakayê jî sir û serma heye. Hin welatiyan heywanên xwe yên li çol û besta ku bi berfê nixûmiye birin çem ku av bidin.

- Agirî

Li Agiriyê ji ber sermayê rûyê çem û robaran qeşa girt.

Li bajarê ku germahiya hewayê ya herî kêm di binê sifirê da daket heta 20 pileyan, serma bandoreke neyînî li jiyanê dike.

Dar û beran qiravî girt, li navenda bajêr jî mij çêbû.

Dîmenê mija ku bajêr pêçaye û parçeyên qeşayê yên ku di Çemê Muradê da diherikin bi dronê hatin kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın