Jiyan

Li Erzirom, Erdexan, Agirî û Qersê serma heye

Günay Nuh, Fırat Atmaca, Cüneyt Çelik, Sagip Sezginer  | 24.11.2023 - Rojanekırın : 25.11.2023
Li Erzirom, Erdexan, Agirî û Qersê serma heye

Ardahan

Li Erzirom, Erdexan, Agirî û Qersê hewa sar e û berf dibare.

Li Erziromê berf û bagerê rêya 3 taxan girt û ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Li Erdexanê jî bi şev germa hewayê ket binê sifirê û hin rêyan cemed girt. Li deverên bilind jî cî bi cî berf barî.

Li Agiriyê jî hewa sar e û gir û çiya di binê berfê da mane.

Li Qersê piştî ku berf barî, serma çêbû. Hin welatiyan betanî û cil avêtin ser wesayîtên xwe. Li Taxa Îstasyonê kesekî pêşiya traktora xwe bi cakêt pêça.

Herêmên bilind di binê berfê da man, heywanên kovî li xwarinê digerin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın