Li Erzirom, Erdexan, Agirî û Qersê dem demî berf dibare
Erzurum
ERZURUM (AA) - Li Erzirom, Erdexan, Agirî û Qersê dem demî berf û şilope dibare.
Li Erziroma ku dem demî berf û şilope dibare, li ser rê û peyarêyan qeşa çêbû.
Li ser banê xaniyan şembelûk çêbûn, wesayîtên ku berf û qeşa ket ser wan jî zirar dîtin.
- Erdexan
Li Erdexanê berf dibare.
Berfa ku bi şev dest pê kir, serê sibê jî dewam kir.
Ji ber berfê navenda bajêr çîlspî bû.
- Agirî
Li Agiriyê jî dem demî berf barî.
Li bajarê ku hewa sar e, qeşa çêbû.
- Qers
Li Qersê piştî berfa ku barî li Keleha Qersê û avahiyên dîrokî dîmenên xweş derketin holê.
Li navçeya Sariqamîşê jî berfa ku bi şev dest pê kir, dem demî barî û her der spî bû.
Piştî berfê daristanên sariçamê, wesayît û mal bi berfê nixûmîn, li ser banê xaniyan jî şembelûk çêbûn.
Welatiyan berfa li ber mal û kargehên xwe paqij kir.
Ji welatiyan Serhat Gokmen got îsal berf pir zêde ye û wiha axivî: "Beriya vê, di salên 1975an da berfeke wiha hatiye. Înşallah havîn bi bereket be."
Ekîbên Şaredariya Sariqamîşê û Midûriyeta Herêma 18emîn a Rêbejayan berf paqij kirin û xoyê reşandin.
Li navçeya Akyakayê jî berf barî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
