Jiyan

Li Erzirom, Erdexan û Qersê rêya 261 gund û taxan hat girtin

Muhammet Mutaf, Cüneyt Çelik, Günay Nuh  | 20.11.2023 - Rojanekırın : 22.11.2023
Li Erzirom, Erdexan û Qersê rêya 261 gund û taxan hat girtin

Erzurum

Li Erzirom, Erdexan û Qersê rêya 261 gund û taxan ji ber berf û bagerê hat girtin.

Li Erziromê rêya 251 taxan ji ber berf û bagerê hat girtin.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo ku rê bên vekirin dixebitin.

Li navçeya Sariqamîşê rêya 7 gundan, li Erdexanê jî rêya 3 gundan girtî ye.

Ekîbên Îdareya Taybet ya Bajêr ji bo ku rêyên girtî vekin hewl didin.

Waliyê Erdexanê Hayrettîn Çîçek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê daxuyand heta mecbur nemînin divê şofêr dernekevin ser rê.

Çîçek got di wesayîtên şofêrên derketine rê da jî divê lastîkên berfê, zincîr û werîs hebe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın