Li Erzirom, Erdexan û Qersê hewa sar e û mij heye
Erzurum
Li Erzirom, Erdexan û Qersê hewaya sar û mija ku çêbû, bandoreke neyînî li jiyanê dike.
Li Erziromê bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da heta 5 pileyan kêm bû, ji ber hewaya sar dar û beran qiravî girt.
Li bajêr paceyên wesayîtan qeşa girt, hin welatiyan betanî avêtin li ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.
Ji ber mijê mesafeya dîtinê heta 15 mêtroyan kêm bû û şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajot.
Li Erdexanê jî ji ber sermayê qeşa çêbû, dar û beran qiravî girt.
Li Qersê jî bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da daket 7 pileyan, paceyên wesayîtan qeşa girt û li ser dar û beran qiravî çêbû.
Li ser rêya Qers-Erziromê ji ber mijê mesafeya dîtinê kêm bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
