Jiyan

Li Erzirom, Agirî, Erdexan û Qersê sir û serma heye

Abdullah Söylemez, Muhammet Ali Ateş, Günay Nuh, Anıl Aydın, Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci, Yunus Hocaoğlu  | 22.01.2026 - Rojanekırın : 22.01.2026
Li Erzirom, Agirî, Erdexan û Qersê sir û serma heye

Erzurum

 Li Erzirom, Agirî, Erdexan û Qersê hewaya sar bandoreke neyînî li ser jiyanê dike.

Li gorî daneyên ku li ser malpera Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê hatin parvekirin, germahiya herî kêm a rojê li Balafirgeha Selahaddîn Eyyubî ya li Yuksekova navçeya Hekariyê, di binê sifirê da 32.7 pile hat pîvan.

Piştê wê di binê sifirê da 31.3 pileyan va Taxa Haciomer a li Tekmana navçeya Erziromê û di binê sifirê da 30.9 pileyan va Goleya navçeya Erdexanê di rêzê da ne.

Li Erziromê, germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 21,3 pile hat pîvan, çem, dar û nebat bi qeşayê nixûmîn.

Welatiyan wesayîtên xwe bi betaniyan pêçan da ku ji sermayê biparêzin, hinekan jî qeşaya li ser paceyên wesayîtên xwe verotin ku paqij bikin.

Li ser banên avahiyan şembelûk çêbûn ku ew bi alîkariya vînçan tên şikandin û paqijkirin.

- Agirî

Li Agiriyê jî germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 26 pile hat pîvan, çem û robaran qeşa girt.

Li ser banên avahiyan şembelûkên ku bi mêtroyan dirêj in çêbûn.

Şofêran tengasî kişand.

Li navçeya Taşliçayê jî ji ber sermayê çem qerisîn.

- Erdexan

Li Erdexanê ji ber sermayê mij û qeşa çêbû.

Li taxa Çemê Kurayê dar û beran qiravî girt.

Kesên ku serê sibê derketin derva ji ber sir û sermayê tengasî kişandin.

- Qers

Li Qersê germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 25 pile hat pîvan, dar û beran qiravî girt.

Welatiyan wesayîtên xwe bi xalîçe û betaniyan pêçan da ku ji sermayê biparêzin.

Ji ber sir û sermayê ji Çemê Qersê hilm hilkişî û dîmenên xweş derketin holê.

Li navçeya Sariqamîşê jî li ser banê xaniyan şembelûkên dirêj çêbûn.

Esnafan berfa li ser banên kargehên xwe paqij kir.

Ekîbên agirkujê yên Şaredariya Sariqamîşê jî şembelûkên li ser banên avahiyan paqij kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın