Jiyan

Li Erzirom, Agirî, Tuncelî, Erdexan û Qersê hewaya sar dewam dike

Günay Nuh, Cüneyt Çelik, Abdullah Söylemez, Hilmi Tunahan Karakaya, Hüseyin Demirci, Koray Kola, Sidar Can Eren, Anıl Aydın  | 11.01.2026 - Rojanekırın : 11.01.2026
Li Erzirom, Agirî, Tuncelî, Erdexan û Qersê hewaya sar dewam dike Hüseyin Demirci

Erzurum

Li Erzirom, Agirî, Tuncelî, Erdexan û Qersê hewaya sar dewam dike.

Li Erziromê berfa ku dem demî dibare, bû sedema sir û sermayê.

Li bajarê ku germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 12 pile hat pîvan, paceyên wesayîtên parkkirî ji ber sermayê qeşa girt.

Li ser banên kargeh û avahiyan şembelûk çêbûn, kaniyên mizgeftan û şaxên daran cemidîn.

- Agirî

Li Agiriyê jî sir û sermaya zêde dewam dike.

Li bajêr ji ber sermayê çem û robar cemidîn, li ser banên xaniyan şembelûk çêbûn.

- Tuncelî

Li Tunceliyê germahiya hewayê di binê sifirê da 2 pile hat pîvan, dar û beran qiravî girt.

Ji ber sermayê qismeke Çemê Munzurê qeşa girt.

Li navçeya Çemîşgezekê jî ekîb ji bo ku şembelûkên li ser baniyan bişkînin dixebitin.

- Erdexan

Li Erdexanê jî hewa sar e.

Li bajêr germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 19 pile hat pîvan.

Ji ber sermayê rê û peyarê cemidîn.

Qismeke mezin a rûyê Çemê Kurayê qeşa girt.

- Qers

Li Qersê piştî berfa ku barî hewa sar bû û bandoreke neyînî li jiyanê dike.

Ji ber sermayê li ser banê xaniyan şembelûk çêbûn.

Ekîbên şaredariyê berfê paqij dikin.

Gundên ku bi berfê nixûmîne dîmenên xweş derdixin holê.

Li navçeya Sariqamîşê jî ekîb xebatên paqijkirina berfê didomînin.

Ji ber sermayê şembelûk çêbûn, dar û ber bi berfê nixûmîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın