Li Erzirom, Agirî, Erdexan û Qersê tesîra sir û sermayê dewam dike
Erzurum
Li Erzirom, Agirî, Erdexan û Qersê di sir û sermayê da dar û beran qiravî girt, bi baniyan va şembelûk çêbûn.
Bişev germa hewayê li Erziromê 6 pile di binê sifirê da hat pîvan, camê hin wesayîtan qeşa girtin. Bi baniyên avahiyan va şembelûk çêbûn, şadirwanên baxçeyên mizgeftan jî cemed girtin.
Li Agiriyê serma çêbû û mij ket erdê. Li bajêr ji ber mijê mesafeya dîtinê kêm bû. Bişev germa hewayê 10 pile ket binê sifirê û robaran cemed girt.
Li Erdexanê jî germa hewa 19 pile di binê sifirê da hat pîvan, di sir û sermayê da cemed çêbû. Dar û beran qiravî girt, rê û peyarêyan cemed girt.
Li Qersê jî bi şev germa hewayê 16,9 pile ket binê sifirê, dar û beran qiravî girt. Hin welatiyan betanî û cil li wesayîtên xwe pêçan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
