Li Erzirom û Qersê berf dibare, li Agirî û Erdexanê serma heye
Erzurum
Li Erzirom û Qersê berf, li Agirî û Erdexanê jî sir û serma tengasiyê dide kişandin.
Li Erziromê serê sibehê berfê dayê û bajêr spî kir.
Şofêr û welatiyan ji ber berfa ser rê û peyarêyan tengasî kişand.
Ji avahiyên dîrokî yên bajêr Medreseya Cot Minare, Keleha Erziromê, Mizgefta Mezinî Medreseya Yakutiyeyê, kûleya saetê ya minareya wê wekî temsiyan û Mizgefta Lala Paşa di binê berfa ku dibare da hat kişandin.
Ekîbên şaredariyê li tevahiya bajêr xebatên paqijkirina berfê didomînin.
- Qers
Li Qersê duh berfê dayê û bi navber dewam dike û tengasiyê dide kişandin.
Bi ketina berfê ra dar, wesayît û Keleha Qersê û derdora wê di binê berfê da man û dîmeneke xweş derxistin holê.
Ekîbên Şaredariya Qersê xebata verotina berfê da destpêkirin.
Li navçeya Sarîqamişê bi ketina berfê ra darên çamê, nebat û her der spî bû.
Li Dirba Xandereyê ku 10 kîlomêtre dûrî navçeyê ye û raqima wê 2 hezar û 368 e, qalindahiya berfê ji mêtre û nîvî zêdetir bû.
Ekîbên Midûriya Herêma 18emîn a Rêbejan xebata verotina berfê û reşandina xoyê da destpêkirin.
- Agirî/Erdexan
Li Agiriyê jî ji ber sir û sermayê bi baniyan va şembelûk çêbûn, welatiyan betanî avêt ser wesayîtên xwe.
Li Erdexana ku sir û seqem lê heye, rê û peyarêyan cemed girt, rûyê robaran cemed girt.
