Li Erziromê mizgeftên li navendê û yên gundan taybetî ji bo Remezanê tên paqijkirin
Erzurum
Mizgeftên li navçeya Yakutiyeya Erziromê ji bo amadekariyên meha Remezanê bi baldarî têne paqijkirin.
Şaredariya Yakutiyeyê beriya Remezanê li 185 mizgeftên li 44 tax û gundan, xebatên paqijkirinê dike.
Ev xebat, ku nêzîkî 40 rojan e berdewam e, mizgeft bi şuştin, veşuştin, zuwakirin û dezenfektekirinê ji meha Remezanê ra tên amadekirin.
Mizgeft li dû xebata paqijkirinê tên hewadarkirin û piştî 24 saetan ji bo îbadetê vedibin.
Şaredarê Yakutiyeyê Mahmut Uçar ji nûçegihanê AAyê ra got ku di çarçoveya xebata paqijkirina mizgeftan da, nimêjgeh, şûnxane û qursên Quranê jî hatine paqijkirin.
Uçar diyar kir ku qadeke bi qasî 60 hezar metreçarçik hatiye paqijkirin û got, "Her sal li navçeya me, em mizgeftên xwe paqij dikin da ku welatiyên me di meha Remezanê da di jîngeheke paqijtir û xweştir de îbadetê bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
