Jiyan

Li Erziromê ji ber berf û bagerê koçer ji zozanan dadigerin

Yusuf Ayas  | 21.11.2023 - Rojanekırın : 23.11.2023
Li Erziromê ji ber berf û bagerê koçer ji zozanan dadigerin

Erzurum

 Li Erziromê koçerên ku biharê çûbûn zozanan ji ber berf û bagerê ji zozanan vedigerin.

Li navçeya Şenkayayê duh berf barî û bager çêbû.

Koçerên di meha gulanê da derketibûn zozanan ji ber ku hewa sar bû û berf barî dest bi dagêrê kirin.

Koçer Şehabettîn Fîdan jî ji ber berfê heywanên xwe bir devê Çemê Lexsorê yê li Taxa Îkîzpinarê.

Fîdan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand dema ku wî duh li zozanê heywanên xwe diçêrand ji nişkê va berf barî û bager çêbû.

Fîdan biha axivî: "Me heywan ji zozanan anîn navçeyê. Îro berf sekinî, piştî ku rê vebû me heywan anîn cihekî ewle."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın