Li Erziromê çiyayên ku berfa wan heliya ji hewa va hat kişandin
Erzurum
Li Erziromê piştî ku berfa ser çil û çiyan heliya û siruşt bi xwe va hat, dîmenên hejmetkar derketin holê.
Erzirom bi deştên xwe yên mezin, gelî, fetlok û çiyayên xwe yên bilind va navendeke girîng a turîzmê ye. Erzirom di mehên biharê da jî pir xweş dibe.
Li navçeya Çatê piştî ku berfa ser çil û çiyan veheliya, dîmenên wekî pişta zebrayan çêbûn.
Ekîba AAyê ji hewa va dîmena çiyayên ku raqima wan di navbera 1500 û 3 hezar 200î da diguhere, kişand.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.