Erzurum
Li Erziromê berf dibare û bandoreke neyênî li ser jiyana rojane dike.
Ji ber berfa zêde ya ku nîvrokî dest pê kir, bajar bi spî venixumî.
Hin welatiyên ku ji ber barîna berfê bê amadekarî bû, bi sîwanan hewl dan xwe ji berfê biparêzin, di heman demê da ajovanan berfa li ser wesayîtên xwe yê parkkirî bi firçeyan paqij kirin.
Li hin deverên bajêr ajovan û peyayan di çûnûhatinê de zehmetî kişandin.
Hin welatiyan jî berê xwe dan cîhên geştiyariyê yên bajêr ên weke Medreseya Cot Minare û Medreseya Yaqutiyeyê û fotograf girtin.
Ekîbên polîsan li hember qezayên muhtemel û astengiyên trafîkê, tedbîrên xwe zêde kirin.
Ekîbên paqijiyê yên şaredariya bajarê mezin û şaredariyên navçeyên navendî bi bêr û kebçeyan, peyarê paqij kirin û li ser rêyan xwê rijandin.
