Li Erzincanê ji bo 163 hafizan merasima îcazetê hat lidarxistin

Erzincan
Li Erzincanê ji bo 163 hafizên ku perwerdeya xwe temam kirin merasima îcazetê hat lidarxistin.
Di merasima ku li Hêwana Werzişê ya Navendê hat lidarxistin da belgeyên îcazetê dan hafizên perwerdeya hafiztiyê temam kirin.
Walî Hamza Aydogdu di bernameyê da axivî û got ku di 20 salên dawîn da 140 hezar kesî hafizî hilda.
Aydogdu wiha axivî:
"Helbet seranserê dîroka me hafiz derketin lêbelê di 20 salên dawîn da heke ev kar bibin bi saya Xwedê, birêz Serokomarê me Recep Tayyîp Erdoganê ku pêşiya me vekir, me teşwîqî van rêyan kir Xwedê jê razî be. Xwedê xwendin, fehmkirin, jiyan û bi nûra Qur'anê xizmeta bo mirovahiyê nesîbê me hemûyan bike."
Walî Aydogdu û Beşdarvan paşê belgeyên îcazetê dan hafizan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.