Jiyan

Li Erdexanê teşîlokê ku li baxçeyê dibistanê birîndar hat dîtin, tê tedawîkirin

Günay Nuh, Aykut Temur  | 16.04.2024 - Rojanekırın : 17.04.2024
Li Erdexanê teşîlokê ku li baxçeyê dibistanê birîndar hat dîtin, tê tedawîkirin

Ardahan

 Li Goleya navçeya Erdexanê teşîlokê ku li baxçeyê dibistanê birîndar hat dîtin, tê tedawîkirin.

Li navçeyê xwendekarên Dibistana Navîn a Herêmê ya Razemenî ya Borsa Îstanbulê li baxçe teyrekî birîndar dît û cab dan mamosteyên xwe.

Li ser êxbarê ekîbên Midûriya Şaxa Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî ya Erdexanê teyrê birîndar ê ku nikaribû bifiriya, teslîm hildan.

Alîkarê midûrê dibistanê Cuneyt Yagci ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir, dema dît ku teyr birîndar e, wan navê wî danî "rêwî" û rewşa wî ji rayedaran ra ragihand.

Teşîlokê birîndar ji bo tedawiyê birin Navenda Rizgarkirin û Rehabîlîtasyona Heywanên Kovî ya Qafqasê û dema ku tedawiya wî xelas bibe, wê li siruştê were azadkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın