Jiyan

Li Erdexanê golika ku dev û pozê wê kêm e bi şîrê şûşeyê tê xwedîkirin

Günay Nuh, Aykut Temur  | 13.03.2024 - Rojanekırın : 26.03.2024
Li Erdexanê golika ku dev û pozê wê kêm e bi şîrê şûşeyê tê xwedîkirin

Ardahan

 Li Erdexanê golikek ji ber ku poz û lêvên wê kêm hat dinyayê û birçînan nemre bi şîrê şûşeyê va tê xwedîkirin.

Adem Kiliçê ku li navçeya Goleyê bi karê heywandariyê ra mijûl dibe, dema jê ra golikek bû dît ku poz û lêvên golikê nûbûyî kêm e. Ji ber vê kêmasiyê golikê di şîrmijandinê da zehmetî kişand.

Kiliç ji bo ku golik birçî nemîne dest pê kir ku bi şûşeyê va wê têr bike.

Kiliç ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew hewl didin ku golik mezin bibe û wiha axivî: "Em wek zarokekî xwedî dikin. Em bi şûşeyê têr dikin. Em ê heta demekê bi vî awayî têr bikin. Niha ferqa wê û zarokan tune ye."

Midûrê Şaxa Tenduristiya Heywanan a Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Erdexanê Emrah Aydin jî diyar kir ku ezayên heywanê kêm in, lê heke baş bê xwedîkirin ewê bijî.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın