Jiyan

Li Erdexanê germahî bişev di bin sifirê da daket pileyekê

Yunus Hocaoğlu  | 10.10.2021 - Rojanekırın : 11.10.2021
Li Erdexanê germahî bişev di bin sifirê da daket pileyekê

Erzurum

 Li herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm a bişev di bin sifirê da li Erdexanê pileyek hat pîvan.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê li seranserê herêmê hewa wê perçe ewrayî û kêm ewrayî be.

Li herêmê germahiya hewayê wê li gor demsalê be û ji alî bakur va car caran bayekî nîveqewî wê bê.

Li herêmê bişev germahiya herî kêm di bin sifirê da li Erdexanê pileyek, li Qersê sifir, li Erziromê 2, li Erzincanê 5, li Îdirê 6 û li Tunceliyê jî 9 pile hat pîvandin.

Di nav rojê da jî germahiya herî zêde li Tunceliyê 28, li Erzincanê 25, li Agiriyê 22, li Îdirê 21, li Erziromê 19, li Qers û Erdexanê jî 17 pile tê payîn.





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın