Jiyan

Li Erdexanê daweşandina "sêvên navsor" ên tescîlkirî dest pê kir

Günay Nuh  | 30.09.2025 - Rojanekırın : 30.09.2025
Li Erdexanê daweşandina "sêvên navsor" ên tescîlkirî dest pê kir Günay Nuh

Ardahan

 Li Erdexanê daweşandina sêvên ku gihîştin û nava wan jî wekî qalikê wan sor bû, dest pê kir.

Sêva ku li navçeya Posofê çêdibe, 6 sal berê bi navê "Sêva Badele ya Posofê" hat tescîlkirin û îşareta erdnîgariyê hilda. Li herêmê ji vî cureyê sêvê darên kêm kesan hene.

Ev sêv dema ku digihîje nava wê jî wekî qalikê wê sor dibe. Kesên baxçeyê wan û ji vê sêvê hene, dest bi daweşandinê kir. Cotkar têra malê hildidin û yên mayî jî li navçeyê difiroşin.

Sêv piştî ku tê daweşandin, di depo an jî cihên hênik tên mihafezekirin. Di nava 2 hefteyan da nava sêvê jî wekî qalikê wê sor dibe.

Xêr û bereketa vê sêvê li gorî herêmê diguhere.

Ji hilberîneran mamosteyê malnişîn Adnan Bozyîgît ji rojnamegeran ra got ku xêr û bereketa darên baxçeyê wî baş e, lê li hin deran xêr û bereket tuneye.

Bozyîgît diyar kir ku ew dixwazin jimara daran zêde bikin û wiha dewam kir, "Îsal xêr û bereketa baxçeyê min gelekî baş e, lê ez nizanim ku sala bê çawa be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.