Günay Nuh,Aykut Temur
11 Adar 2025•Rojanekirin: 12 Adar 2025
Li Goleya navçeya Erdexanê, 4 gurên li ser berfê bi dronê hatin kişandin.
Li navçeyê bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da daket heya 18 pileyan.
Li navçeya sar û di bin berfê da, heywanên çolê di peydakirina xwarinê da zehmetiyê dikişînin.
Li nêzîkî gundê Dereyoluyê 4 gurên li xwarinê digeriyan, ji hêla ekîba AAyê bi dronê hatin kişandin.
Gurên ku ji hevdu neqetiyan û jê yekî hewl da êrîşî dronê bike, pişt ra reviyan û li ber çavan qulibîn.