Günay Nuh,Hüseyin Demirci
01 Mijdar 2023•Rojanekirin: 02 Mijdar 2023
Li Erdexan û Qersê ji ber hewaya sar qiravî, qeşa, mij û dûman çêbû.
Li Erdexanê germahiya hewayê di binê sifirê da dakete 5 pileyan, dar û beran qiravî girt.
Paceyên wesayîtan qeşa girt. Li herêma Çemê Kurayê mij û dûman çêbû, piştî ku tav derket mij belav bû.
Li Sariqamîşa navçeya Qersê jî ji ber sermayê qiravî çêbû, paceyên wesayîtan qeşa girt.
Li navçeyê sermayê tesîr li ser heywanên kovî kir.