Jiyan

Li Erdexanê bi şev germahiya hewayê di binê sifirê da 25 pile nîşan da

Günay Nuh, Sidar Can Eren, Tevhid Furkan Nehri, Abdullah Söylemez, Muhammet Ali Ateş, Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci, Özgen Beşli  | 30.01.2024 - Rojanekırın : 31.01.2024
Li Erdexanê bi şev germahiya hewayê di binê sifirê da 25 pile nîşan da

Erzurum

Li Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm bi şev di binê sifirê da 25 pile li Erdexanê hat pîvan.

Bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Erdexanê 25, li Erziromê 20, li Qersê 15, li Agiriyê 13 û li Tunceliyê 6 pile hat pîvandin.

Li Erziromê ji ber sermaya wek qeşayê camên wesayît û kargehan cemed girtin û qiravî ket ser dar û giya.

Li Erdexanê jî li ser rê û peyarêyan qeşa girt.

Li Tunceliyê camên wesayîtên parkkirî cemed girtin.

Li bajarê ku qiravî ket ser daran, welatiyan di kolanên qeşagirtî de bi zehmetî meşiyan.

Hin heywanên kovî yên birçî li nêzîkî wargehan li xwarinê geriyan.

Li Agiriyê çem û robar qeşa girtin û li ser banan şembelîlk çêbûn. Li taxa Taşliçayê camên xanî û kargehan qeşayê hat girtin.

Li Qersê ji ber hewaya sar piraniya Çemê Qersê qeşayê girt. Di beşên bê cemed ên coka ku di nav kampusa Zanîngeha Qafqasê ra derbas dibûn, werdekên serşîn li xwarinê digeriyan.

Li navçeya Sariqamîşê hewaya sar bi bandor bû, camên xanî û kargehan cemed girtin. Li navçeya ku qiraviyê li dar û giya girt hin esnafan zad dan çûkên çolê.

Li navçeya Arpaçayê dîmenê derdora çem yê bi berfê nixumandî, bi droneyê hat tomarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın