Li Enqereyê otobêsa şaredariyê û gelek wesayîtan qeza kir û 27 kes birîndar bûn

Ankara
Li Keçîorena navçeya Enqereyê otobêsa şaredariyê û gelek wesayîtan qeza kir, li gor tesbîtên ewil 27 kes birîndar bûn.
Otobêsa EGOyê ya ku plaqeya wê 06 DU 8319 ye, nêzîkî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gulxaneyê li wesayîta nîvtîcarî ya li pêşiya xwe xist ku plaqeya wê 06 DL 0736 e.
Wesayîta nîvtîcarî ji kontrolê derket û li du otomobîlên pêşiya xwe xist û paşê sekinî. Otobêsa EGOyê jî ji rê derket û li bariyera bêton a serbihûrê qelibî.
Li gor tesbîtên ewil di qezayê da 27 kes birîndar bûn. Ambulans sewqî cihê qezayê kirin û birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.