Li Enqereyê di qezaya trafîkê da 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû

Ankara
Li Elmadaga navçeya Enqereyê di qezaya trafîkê da 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Kamyoneta ku plaqeya wê 06 DAN 119 û şofêrê wê B.C. li ser rêya Elmadag-Enqereyê ji paşva li otobêsa rewiyan a ku plaqeya wê 60 BD 081 ya ku li ser xeta ewlehiyê sekinîbû, qelibî.
Li ser cawdayînê, tîmên tenduristiyê, polês, agirkuj û cendirmeyan çûn cihê bûyerê.
Di qezayê da şofêrê kamyonetê B.C û H.T. mirin û A.Ş. jî birîndar bû.
Hat ragihandin ku rewşa A.Ş. ê ku bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê giran e.
Ji hêla din, kesên ku bihîstin eqrebayên wan qeza kirine dema dihatin cihê bûyerê wan jî li heman cihê qeza kir.
Li nêzîkî cihê bûyerê qezayeke din jî çêbû.
Ji ber van qezayan rêya Elmadag-Enqereyê ji hatin û çûyînê ra demekê hat girtin, lê piştî rakirina wesayîtan trafîk dîsa veguherî rewşa xwe ya berê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.