Ankara
Li tevahiya paytextê berf dibare.
Li bajêr danê nîvro berfê dayê û car caran gur dike. Çankaya, Keçîoren, Etîmesgut, Pursaklar û Kahramankazan di serî da li deverên bilind zêdetir dibare.
Bi ketina berfê ra li banî, park û ser wesayîtan spî bû.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê da wiha hat gotin, "Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê bi 1985 wesayît û 2 hezar û 621 personelan va li qadê ser wezîfeyê ne. Maseya Krîzê ya AKOMê jî bi beşdariya nûnerên hemû yekeyan va xebatan kêlî bi kêlî koordîne dike."
Li gor daneyên Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê, tê payîn ku berf wê heta êvarê bibare.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
