Jiyan

Li Elezîzê ji ser 8 parsekên ku zabiteyan ew girtin 6 hezar û 272 lire derket

İsmail Şen  | 14.03.2024 - Rojanekırın : 15.03.2024
Li Elezîzê ji ser 8 parsekên ku zabiteyan ew girtin 6 hezar û 272 lire derket

Elazig

Li Elezîzê ji ser 8 parsekên ku ekîbên zabiteyan ew qefaltin 6 hezar û 272 lire pere derket.

Ekîbên Midûriya Zabiteyan a Şaredariya Elezîzê ji ber meha remezanê dijî parsekên ku li ber mizgeft, nexweşxane û navendên kirîn û firotinê parsê dikin kontrol kirin.

Di kontrola dijî parsekên hewl didin ku hestên menewî yên welatiyan îstismar bikin da 8 parsek hatin qefaltin û ekîban ew birin navenda zabiteyan.

Li navendê di lêgerîna li ser parsekan da bi tevahî 6 hezar û 272 lire derket.

Dest danîn ser pereyê ku ji ser parsekan derket û cezayê pereyê dane wan.

Kadîr Temurê amirê zabiteyan diyar kir ku ji ber meha remezanê jimara parsekan zêde bûye û loma jimara ekîbên kontrolê ji 2yan derxistin 5an û got ku "Em ji welatiyên xwe rica dikin ku şûna parsekan alîkariyê bidin hewcedarên rasteqîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın